Li Colemêrgê bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Colemêrga bakurê Kurdistanê, bi maweyê 15 rojan her cure çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin
Walîtiya Colemerêgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li seranserê bajêr, çalakiyên wekî mîtîng, civîn, meş, daxuyanî, konser û şahiyên bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.
Walîtiyê bi daxuyaniyeke ragihand ku li serasnerê Colemêrgê ji îro Sêşemê 28ê Nîsanê heya 12ê Gulanê her cure çalakî, hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, “ ji xeynî çalakiyên ku walîtî û qeymeqamî destûrê bide, li sînorê Colemêrgê ji roja 28.04.2020 demjimêr 00:1 heta 12.05.2020 saet23:59 mitîng, civînên li cihên giştî, meş û xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, greva birçîbûnê, vedana çadiran, civînên çapemeniyê, vekirina standan, konser û hemû çalakiyên wiha heta 15 rojan hatine qedexekirin.”
Hikûmeta Tirkiyê siyaseta qedexeya çalakiyan bi taybet bi parêzgeh û bajarên Bakurê Kurdistanê cîbicî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin