Li Wanê heya 15 rojan her cure çalakî hatin qedexe kirin

11 September 2019 11:16 0 dîtin
Li Wanê heya 15 rojan her cure çalakî hatin qedexe kirin

PeyamaKurd - Walîtiya Wanê bi sedema ku ‘rê li ber êrişên muhtemel bê girtin’ ji bo 15 rojan hemû cure çalakî û xwepêşandan qedexe kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bo ku li nav sînorê parêzgeriya alozî û tevlihevî çênebin, heya 15 rojan hemû cure çalakî hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, meş, daxuyaniyên ragihandinê, serdanên goran, belavkirina belevokan, vegirtina konan û çalakiyên şermezarkirinê heta  25ê Îlonê hatine qedexekirin.