Li Wanê heta 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan bi hinceta ewlekariyê her cure çalakiyên cemawerî hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina ewlekariyê û rêgiriya bûyerên muhtemel di navbera 28ê Tîrmehê û 11ê Tebaxê de, her cure xwepêşandan, çalakî, civîn, mîting, vekirina konan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, mebest bi vê qedexeyê berterefkirina planên êrîşên terorê, parastina ewlehiya milî û rêgiriya dijî tawanan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin