Sêrt | Heta 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li Sêrtê heta 15 rojan her cure çalakî, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê hatin qedexekirin.
Li gor Parêzgeha Sêrtê bi daxuyaniyekê diyar kir, operasyonên arteşa Tirkiyê yên li dijî PKKê yên li bakurê Sûriyê û Îraqê û çalakiyên terorê yên li Tirkiyê rû didin li ber çavan girtine û wekî rêkar, her cure çalakî û xwepêşandan li nav sînorên bajarê Sêrtê qedexe kirine.
Li gor daxuyaniya parêzgehê, dema qedexeyê îro 13ê Tîrmehê destpê dike û wê heta 15 rojan berdewam bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin