Li Sirnexê heta 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Parêzgeriya Şirnexê bi hinceta çalakiyên li dijî qeyûman her cure çalakî heta 15 rojan qedexe kir.
Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê dez hat gotin ku Wezareta Navxweyî piştî roja 19. 08. 2019an qeyum danîne ser şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê û çalakî zede bûne.
Di berdewamê de hat diyarkirin, ji bo ku li nav sînorê parêzgeriya alozî û tevlihevî rû nedin, heta 15 rojan wan hemû cure çalakî hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyê, meş, daxuyaniyên ragihandinê, serdanên goran, belavkirina belevokan, vegirtina konan û çalakiyên şermezarkirinê heta 6ê Îlonê hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin