Li Colemêrgê û Dêrsimê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarên Colemêrgê û Hakkariyê qedexeya çalakiyan bo 15 rojan hat ragihandin. Li Dêrsim û Hekkariyê wê ragihandina çapemeniyê, xwepêşandan, tevgera rûniştinê, greva birçîbûnê, vekirina stendan, vegirtina konan û tevegerên weka wan heya 15 rojan nên kirin.
Parêzgeha Hekkariyê ragihand ku bi sedema tedbîrên asayîşê û aramiya deverê ev biryar hatiye dayîn. Parêzgeh ji 29 ê êlûnê, siet ji 00.01 ê heya roja 13 ê cotmehê siet 23.59 an wê dewam bike.
Parêzgeha Dêrsimê jî weka ya Colemêrgê ragihand ku parêzgeh ji bo 15 rojan kirina çalakiyan qedexe kiriye. Sieta qedexeyan her weka yên li Colemêrgê, bi heman qanûn û bi heman sedeman hatiye sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin