Li Îstenbolê di operasyona ser PKKê de, 15 binçavkirin û 6 zîndanîkirin çêbû

20 January 2025 23:13 0 dîtin
Li Îstenbolê di operasyona ser PKKê de, 15 binçavkirin û 6 zîndanîkirin çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê û 4 bajarên din operasyon kirin ser PKKê û di encamê de 15 kesan xistin binçav. Piştî îfadên wan hatin girtin, 6 kesan ji wan bi biryara zîndanîkirinê, şandin zîndanê û lêpirsîna 7 kesên din dewam dike.

Tîmên îstîxbarat û TEMê yên rêvebiriya asayîşa Îstenbolê, li Îstenbolê di 5 navçeyan de û li bajarên Diyarbekir, Wan û Mersînê operasyonan kiribûn.

2 kesên din yên bi navên E.B. û B.K. niha hêzên asayîşê li wan digerin da wan desteser bikin.