Li Îstenbolê di operasyona ser DHKP-C de 5 kes hatin binçavkirin

05 November 2024 21:10 0 dîtin
Li Îstenbolê di operasyona ser DHKP-C de 5 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema DHKP-Cyî ne, hêzên asayîşê 5 kesan xist binçav. Li Îstenbolê hêzên asayîşê avêtin ser 9 adresan lê tenê 5 kesan xistin binçav.

Operasyon, bi serpereştiya serdozgerê Îstenbolê, li Kağıthane, Sancaktepe, Şişli, Kadıköy, Tuzla, Eyüpsultan û Sarıyerê hat kirin û avêtin ser 9 navnîşanan. Dixebitin da her 3 gumanbarên din bên girtin.

Hat ragihandin ku kesê bi navê Tacettin Erol ku di nav DEV-GENÇê de roleka wî ya aktif heye, ew jî hatiye girtin. Di mala Erol de hinek dokuman, weşanên li ser DEV-GEVCê, broşur û alavên dîjîtal hatine girtin.