Li Stembolê operasyona DAISê: 9 kes hatin binçavkirin

23 January 2025 16:02 0 dîtin
Li Stembolê operasyona DAISê: 9 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li Stembolê di operasyona li dijî DAIŞê de 9 gumanbar hatin binçavkirin ku dihat texmînkirin amadekariya çalakiyê dikirin. Hat diyarkirin ku ji gumanbaran 3 kes dê bên dersînorkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Stembolê ve ji bo eşkerekirina fealiyetên DAIŞê hat kirin, hatiye gumankirin ku çêdibe 9 kes amadekariya êrîşa li dijî Tirkiyeyê bikin.

Hat zanîn ku ji gumanbarên ku li midîriyeta emniyetê binçavkirina wan berdewam dike 3 kes dê bên dersînorkirin.

Lê belê nehat diyarkirin bê ka ew kesên ku dê bên dersînorkirin, hemwelatiyên ku ne.