Li Îstenbolê operasyona rêxistina THKP-C: 10 kes binçavkirin
PeyamaKurd – Li Îstenbolê hêzên asayîşê operasyon kirin ser rêxistina çepgirên Tirk TCKP-Cê. Di encamê de 10 gumanbar hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Îstenbolê bi sedema kesên binçavkirî bi endamên rêxistina THKP-C yên derveyê Tirkiyê de bi nivîskî danûsitendinan kirine hatine binçavkirin. Serdozgerî di mijarê de ferman daye ku operasyon bikin ser Navenda Çandê ya Îdîlê ya li navça Şişliyê.
Hêzên asayîşe deriyên pola yê navendê birine û ketine hundir. 10 kesan xistine binçav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin