Tirkiye hemwelatiyên xwe yên Sûdanê tehliye dike
PeyamaKurd –Bi sedema şerê navxweyî yê li Sûdanê dewleta Tirkiyê di roja 23 yê Nîsanê de temamê hemwelatiyên xwe yên li Sûdanê tehliye dike. Ragihandina tehliya hemwelatiyên Tirkiyê ji aliyê balyozxana Tirkiyê ya li Hartûma Sûdanê de hat kirin.
Balyozxana Tirkiyê ya Hartûmê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kir. Di ragihandina xwe de got ku biryarê daye ew hemwelatiyên ku li herêmên şer dijîn, wê di rêya bejayiyê de, di ser welatekî din de bişînin Tirkiyê. Divê hemwelatî xwe li gor rêwîtiya 22-24 sietan eyar bikin. Pelavan wan rihet be, cilên wan rihet be, av û xwarin di nav wan de çente herî zêde 8 kîlo be, pasaport û nasnameya xwe bigrin cem xwe.
Di ragihandinê de, di derbarê cîh û wext de jî dibêje: "Rotana, Al Salaam Otel (wexta hereketê; 06.00), Nur Camii, Kafuri (wexta hereketê: 06.30), Turkish Restaurant (Türk Restoranı) Pazar Yeri, Wad Medeni (Sietan hereketê; 07.30)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin