Tirkiye dest bi dayîna vîzeyê bo hemwelatiyên Iraqê dike
PeyamaKurd - Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê ragihand, ku wê ji roja Yekşemê ve, 17ê vê mehê ve balyozxane û konsûlxaneyên Tirkiyê dest bi wergirtina daxwaziyên xelkê Iraqê yên ji bo vîzeya Tirkiyê bikin.
Di daxuyaniya balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê de hatiye, ku ev pêngava hikûmeta Tirkiyê ji bo wê yekê ye, ku geştên di navbera herdu welatan de destpê bikin, û her wiha ji bo ku qerebalixî ji bo wergirtina vîzeyê çênebe, ewê ji 17ê Gulanê ve vîzeyan bidin xelkê Iraqê.
Wergirtina vîzeya Tirkiyê jî bi rêya kompaniyên taybet dibe û wê vîzeyan li pasaportan bixin ku beriya niha vîzeya elektronî ji aliyê Tirkiyê ve hatibû rawestandin, û heqê vîzeya Tirkiyê jî wê 50 dolarên Amerîkî bin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin