Dengdayîna derveyî welêt a hilbijartinên Tirkiyeyê, dest pê kir

27 April 2023 14:30 0 dîtin
Dengdayîna derveyî welêt a hilbijartinên Tirkiyeyê, dest pê kir

PeyamaKurd- Li gorî plansaziya salnameya Saziya Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK), vê sibehê li deriyên gumrikan, proseya dengdayînê ya ji bo Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê hatiye destpêkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku vê sibehê saet di 08:00 de li deriyên gumrukê û nûnertiyên biyanî, xebatên dengdana welatiyên li derveyî welêt, ji bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, dest pê kirin.

Li gorî agahiyên ku li ser hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê hatin ragihandin, hat diyarkirin ku 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên qeydkirî hene û ji bo wan, 4 hezar û 671 komîteyên sindoqên gumrikê hatine avakirin. 

Ji aliyê YSKê ve li 73 welatan û 156 nûnertiyên derve komîteyên sindoqan hatin avakirin û hat diyarkirin ku xebatên dengdanê dê heta 9ê Gulanê û li deriyên gumrikê dê 14ê Gulana 2023yan roja yekşemê saet 17.00an bi dawî bibe.

Her wiha hat zanîn ku piştî ku pêvajoya dengdayînê ya li derveyî welêt bi dawî bibe, bi rêbazên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kirine, dê zerfên dengan di bin ewlekariya bilind de bi kuryeyên dîplomatîk ji bo Tirkiyeyê bên veguheztin.

Hat diyarkirin ku ev deng dê li qada ewle ya li Navenda Pêşangeha Kongreya ATO ya li Enqereyê werin parastin.