Ji bo Menendez, qedexeya derveyî welêt hat danîn

28 September 2023 13:30 0 dîtin
Ji bo Menendez, qedexeya derveyî welêt hat danîn

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî Bob Menendez ku li Dadgeha Federal a New Yorkê îdiayên bertîlê yên li dijî xwe red kiribû, bi 100 hezar dolar kefalet hat berdan. Her wiha pasaporta şexsî ya Menendez jî hat desteserkirin.

Menendez ê ku bêyî îfadeyê bide ket avahiya dadgehê, piştre bi parêzer û bersûcên din re derxistin pêşberî dadger.

Bob Menendez û hevjîna xwe di danişînê de bi rêya parêzerên xwe gotin ku ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin.

Karsazên New Jersey Fred Daibes û Jose Uribe yên ku di îdianameyê de bi Menendez re bertîlê hatine sûcdarkirin jî ev sûc red kirin.

Hat diyarkirin ku Senator Menendez bi kefaleta 100,000 dolarî li berdêla naskirina kesane ji aliyê dadwerê dozê ve hat berdan. Ji ber erka xwe ya di Kongreyê de dê tenê bi pasaporta xwe ya fermî biçe derve.