Erdogan, dest bi serdanên derveyî welêt dike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, piştî hilbijartinan dê di hefteya nû de yekem serdana xwe ya derve bike.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Erdogan dê sibê li Qibrisa Bakur û 13ê Hezîranê jî li Azerbaycanê hevdîtinan bike.
Hat diyarkirin ku tê payîn Recep Tayîp Erdogan, bi Serokomarê Qibrisa Bakur Ersîn Tatar re hevdîtinê bike û li ser pirsgirêka Qibrisê ya Tirkiyeyê û nexşerêya wê ya li Rojhilatê Deryaya Spî peyaman bide.
Her wiha hat eşkerekirin ku Erdogan dê 13ê Hezîranê jî serdana Azerbaycanê bike û bi hevtayê xwe Îlham Aliyev re bicive.
Tê payîn ku Erdogan û Aliyev rewşa dawî ya pêvajoya diyaloga di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de binirxînin û di vê derbarê de peyaman bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin