DYAyê hisyarî da personelên xwe yên li Îsraîlê: “Neçin derveyî Orselîm, Tel Avîv û Beersebayê"

12 April 2024 15:01 0 dîtin
DYAyê hisyarî da personelên xwe yên li Îsraîlê: “Neçin derveyî Orselîm, Tel Avîv û Beersebayê"

PeyamaKurd – Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da karmendên xwe ku ger ji Îranê êrîş pêk werin, neçin derveyî Orşelîm, Tel Aviv û Beerşeba.

Piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Balyozxaneya Îranê rageşî li herêmê zêde bû.

Piştî daxuyaniya Îranê ya tolhildanê, Îsraîlê daxuyaniyek da û got, em amade ne.

Ji ber rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de, DYA ji bo personelên xwe yên li Îsraîlê tedbîr girt. DYAyê li dijî êrîşên muhtemel sefera xebatkarên xwe yên li Îsraîlê sînordar kir.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, hişyarî hat dayîn ku xebatkarên wê "ji bo armancên tedbîrî" neçin derveyî Orşelîm, Tel Aviv û Beerşeba.

Ji aliyê din ve bi berdewamiya rageşiya rêhewayên Almanî Lufthansa qedexeya geştên asmanî bo Tehrana paytexta Îranê heta sibê dirêj kir.

Cameron û Abdullahiyan bi telefonê axivîn

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron di pêwendiya telefonî ya xwe de ligel hevtayê xwe yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan pêşhatên navçeyî û pêwendiyên her du welatan gotûbêj kir. Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di geşedanên di navbera her du welatan de pêşketin çêbûn û li ser zêdekirina hevkarîyê li hev kirin.

David Cameron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku wî di hevdîtinê de ji hevtayê xwe yê Îranî Abdullahyan re gotiye, nabe Îran Rojhilata Navîn bikeve nav nakokiyeke kûr. Cameron got, "Ez bi fikar im ku hesabkirina xelet bibe sedema tundûtûjiyek din. Divê Îran ji bo kêmkirina rageşiyê û pêşîgirtina li êrîşên din bixebite."

Îsraîlê êrîşa hewayî bir ser Balyozxaneya Îranê

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê 1ê Nîsanê êrîşeke asmanî bir ser Balyozxaneya Îranê ya li Şama paytexta Sûriyê û di wê êrişê de 7 leşkerên ku 2 jê generalên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe ya roja din de diyar kiribû ku êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Balyozxaneya Îranê bê bersiv namîne.

Amerîka Joe Biden piştgiriya berevaniyê ya welatê xwe ji Îsraîlê re dubare kir û got, “Wek ku min ji serokwezîr Netanyahu re got, em bi tevahî girêdayî ewlehiya Îsraîlê li hember van gefên Îran û alîgirên wê ne. Em ê ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê her tiştî bikin."