Ji Hikûmeta Brîtanyayê hisyarî: Neçin Colemêrg û Sirnexê...

19 January 2023 19:45 0 dîtin
Ji Hikûmeta Brîtanyayê hisyarî: Neçin Colemêrg û Sirnexê...

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji bo welatiyên xwe hişyariyeke nû ya geştiyariyê ragihand û ji welatiyên daxwaz kir, ji serdana du bajarên Bakurê Kurdistanê dûr bisekinin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê de, ji welatiyên Brîtanî hatiye xwestin ku di geştên xwe yên 2023yan de neçin bajarên Colemêrg û Şirnexê.

Hatiye gotin, Colemêrg û Şirnex nêzî sînorên Iraq û Sûriyê ne û îhtimala êrîşên terorî li wan deveran heye û welatiyên ku biçin wan deveran bila tedbîrên xwe zêde bistînin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê herwiha diyar kiriye ku bi awayekî giştî Tirkiye ji bo geştiyaran welatekî ewle ye.