TSKê hêzeke leskerî sand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

18 August 2019 17:29 0 dîtin
TSKê hêzeke leskerî sand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ku ji otomobîlên zirxpoş û serbazan pêk dihat, şand navçeya Serê ‎Kaniyê ya Rihayê ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye.‎

Piştî ku Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna 'Herêma Ewle' li Bakurê Sûriyê lihev kirin jî artêşa ‎Tirkiyê şandina hêzê ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.‎

Karwana leşkerî ya ji otomobîlên zirxpoş û serbazan pêk dihat û ji bajarên rojava yên Tirkiyê bo ‎yekîneyên ser sînor hatibûn rêkirin, gihîşte navçeya Serê Kaniyê ya bajarê Rihayê.‎

Hat zanîn ku kawana leşkerî ji 10 wesayîtên leşkerî pêk dihat û demjimêrên şevê gihîştiye Fermandariya 1emîn Lîwaya Sînor ku dê li ser sînor werin bicîh kirin.‎