Amerîka balafirgeheke leskerî li Rojava ava dike

02 July 2020 13:46 0 dîtin
Amerîka balafirgeheke leskerî li Rojava ava dike

PeyamaKurd - Artêşa Amerîka li Rojava li parêzgeha Hesekê binkeyeke leşkerî, ku balafirgehek leşkerî jî tê de ye ava dike.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, artêşa Amerîka binkeyeke leşkerî li navçeya Til Koçer li parêzgeha Hesekê ava dike, ku balafirgeheke leşkeri jî te de ye

Hat destnîşankirin, Amerîka bi vê gave dixwaze hebûna xwe li Sûriyê bihêztir bike û navçeyên petrolê jî zêdetir kontrol bike.

Demek e, Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2019an de biryar da, hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekişin, ku ew biryar bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê re hevdem bû.