Rojava | Amerîka baregeheke nû ya leskerî ava dike

23 January 2019 18:23 0 dîtin
Rojava | Amerîka baregeheke nû ya leskerî ava dike

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku tevî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Rojava (Bakurê Sûriyê) baregeheke nû ya leşkerî tê avakirin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku tê plankirin baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Sabhaya rojhilatê Dêrazorê were avakirin.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyan, baregeha nû ya Amerîkayê li nêzîkî girekî wê herêmê tê avakirin ku li baregeha artêşa Sûriyê ya Buleylê dinêre ku ew jî li hember perava Çemê Firatê dimîne.

Her çiqas Amerîkayê biryara vekişîna ji Sûriyê daye jî hîn hebûna xwe ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.