Medya Iraqê: Amerîka li Mexmûrê ligel Pêsmerge baregeheke leskerî ava dike!
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina weşana el-Maluma ya erebî ku nûçeya xwe dispêre hinek çavkaniyên Iraqê, hat îdiakirin ku Amerîka ligel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dorûbera çiyayê Mexmûrê dest bi avakirina baregeheke leşkerî kiriye.
Li gorî nûçeya malpera el-Malumayê bargeha navborî li nêzîkî çiyayê Qereçox ê Mexmûrê tê avakirin û balafirên keşfê jî firînan li herêmê dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demeke balafirên hevpeymaniya navdewletî bi hevkariya hêzên Pêşmerge êrîşan dibin ser DAIŞê li çiyayê Qereçoxê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin