Di medya Iraqê de gefa Amerîkayê ya bo Hikûmeta Iraqê bû rojev

26 September 2020 16:31 0 dîtin
Di medya Iraqê de gefa Amerîkayê ya bo Hikûmeta Iraqê bû rojev

PeyamaKurd Di medya Iraqê de pêwendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bû rojev, ku li gel hejmarek serkirdeyên Iraqî encam daye.

Medyaya Iraqê diyar dike, pêwendiya telefonî ya Mike Pompeo piştî Hikûmeta Iraqê nekarî êrîşên ser şand û nûnerên welatan, bi taybetî jî nûnerên Amerîkayê yên li Iraqê bide sekinandin û rê li ber mûşekbarana ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bigre.

Li gor raportan, Mike Pompeo di pêwendiya telefonî de da zanîn, ku divê hemû baş bizanin ku biryara girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê amade ye û em dilnermî li kesî nakin.

Di vê çarçoveyê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller jî peyameke bi vî rengî gihandiye serkirdeyên Iraqî û ragihandiye ku eger hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê nekarin balyozxaneyê biparêzin û mûşekbaranê nedin sekinandin, ew bi xwe dikarin bêyî dudilî vê yekê bikin.

Pişt re Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir helwesta xwe nîşan da û got, mûşekbarana ser nûnertiyên welatan, lawazkirina Iraqê ye.

Li gor zanyariyan, niha Amerîka çaverêya helwesta pratîk a Iraqê ye, da ku bikare silametiya nûnerên welatan biparêze.

Her çiqas Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku çekên neyasayî nikarin li vî welatî cih bibînin, lê hê jî milîsên li Iraqê serdest in û nehatine kontrolkirin.