Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê û sanda ligel wî kir

21 June 2021 15:30 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê û sanda ligel wî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 21ê Hezîranê roja Duşemê li Selahedîn pêşwazî li balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke ligel wî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û metirsî û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Balyozê Amerîka pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku ji bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku li dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKK hatibûn şehîdkirin û tekezî li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê mînakeke ji bo aramî û geşbûniya beşên dinê Iraqê ye.

Di hevdîtinê de hengavên yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û herwiha danîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê bilind hate nirxandin.

Hat diyarkirin ku mijareke din a civînê jî asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêmê û bandora wan ya li paşeroja Herêma Kurdistanê bû.