Amerîka pistî 3 salên vekisînê li Reqayê baregehekeke leskerî ava dike

16 December 2022 22:27 0 dîtin
Amerîka pistî 3 salên vekisînê li Reqayê baregehekeke leskerî ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî sê salên vekişîna ji Reqayê di serdema Donald Trump de, Amerîka amadekariyê dike ku li Reqayê baregeha xwe ya nû ragihîne.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Amerîka niha amadekariya avakirina baregeha xwe ya Reqayê dike û piştî vê biryarê jî, hêzeke Amerîkî di meha Mijdarê de nêzîkî bajarê Reqayê dest bi çêkirina pîsta balafiran û baregehê kirine.

Beriya niha hêzên Amerîkî li wê herêmê tenê li navçeya Tebqayê hebûn, lê li gorî çavkaniyên SOHRê Amerîka niha li başûrê navenda bajarê Reqayê ku ji destê DAIŞê bi hevkariya HSDê hatibû rizgarkirin, li nêzîkî pira Al-Raşid amadekariya avakirina baregeheke leşkerî dike.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku roja Sêşemê jî hêzên Amerîkî li herêma Girê Spî (Tel Ebyad), 25 kîlometre dûrî Reqayê dewriye gerandine.