Amerîka baregeheke nû ya leskerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike

10 May 2020 09:57 0 dîtin
Amerîka baregeheke nû ya leskerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike

PeyamaKurd -  Van rojên dawî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji nû ve dest bi şandina karwanên leşkerî yên çek, cebilxane û alavên leşkerî barkirî bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li ser liv û tevgera dawî ya hevpeymaniyê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Hesekê û Dêrazorê radigihîne ku Amerîka ji nû ve karwanên leşkerî bo herêmên jêr kontrola HSDê dişîne û mebesta wê jî avakirina baregeheke mezintir a leşkerî li herêmê ye.

SOHR herî dawî ragihandiye ku di rojên dawî de Amerîkayê 300 barhilgir çek û kelûpelên din ên lojîstîk derbasî herêmên di bin kontrola HSDê kirine.

Li gorî SOHRê piraniya wan barhilgiran û kelûpelên leşkerî ji bo binkeya leşkerî ya Heql El Omer hatine şandin, lê beşek ji wan piştre bo El Cezerat li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatine şandin ku Amerîkayê li El Cezeratê dest bi avakirina binkeyeke nû ya leşkerî kiriye.

SOHRê da zanîn ku tevî wan karwanên leşkerî, hejmarek serbazên Amerîkayê û serbazên din ên Hevpeymaniya Navdewletî jî gihîştine navçeyên Dêrazorê yên ku di bin kontrola HSDê de.

Hêjayî bibîrxistinê ye, zêdekirina hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê piştî hewldanên lihevkirina aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê ku niha gihîştine ber encamdanê.

Piştî belavbûna nûçeyên lihevkirina aliyên siyasî jî doh hatibû ragihandin ku ENKS ji nav îtilafa Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike vediqete û nivîsgeha xwe ya Tirkiyê jî dibe welatê Siûdî yan jî Misirê.

Şandên siyasî yên Amerîka û Fransa jî bo çareseriyeke siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî, hefteya borî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anîbûn.