Karwana leskerî ya Amerîkî bi çavderiya balafirên ser derbasî Rojava bû

14 November 2019 18:03 0 dîtin
Karwana leskerî ya Amerîkî bi çavderiya balafirên ser derbasî Rojava bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku derengiya şeva roja Sêşemê karwaneke leşkerî ya artêşa Amerîkayê ji ser Başûrê Kurdistanê ve û bi rêya derîyê sînorî El Welîd derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Li gorî ragihandina SOHRê, karwana leşkerî ya Amerîkayê bi çavderiya balafirên şer derbas bûye û ber bi baregehên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê bi rê ketiye.

Hat zanîn ku karwana leşkerî ya ji 4 wesayîtên zirxî, 2 tank û gelek wesayîtên din pêk dihat ji ser otorêya M4ê derbasî herêma gundê Til Tawil ê jêr kontrola HSDê bûye û ji wir jî ji ser rêya Eyn Îsayê berê xwe daye El Alya ya jêr kontrola cîhadiyan.

Herwiha doh jî karwaneke leşkerî ya Amerîkayê tevî çek û cebilxaneyan, ji ser Dêrikê (Malikiye) û rêya M4 gihîştiye baregeha Qasirkê ya Amerîkayê.