Rojava | Hêza Amerîkî rê li ber karwana leskerî ya Rûsî girt
PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê, rê li ber karwaneke serbazî ya Rûsyayê li Til Temirê girt.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêzên Amerîkî îro 9ê Adarê li bajaroka Til Temirê rê li ber karwaneke serbazî ya mezin a Rûsyayê girt. Karwana leşkerî ya Rûsî dixwest biçe bajarê Qamişloyê.
Hat zanîn ku ew karwan ji Helebê ber bi Qamişlo ve diçû û karwan ji bo çend demjimêran ji aliyê hêzên Amerîkî ve hate rawestandin û piştre, rê li ber hate vekirin û derbasî balafirxaneya bajarê Qamişlo bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin