SOHR: Karwananeke nû ya leskerî ji ser Herêma Kurdistanê derbasî Rojava bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke hevkariyên leşkerî ya ji dehan wesayîtan pêk dihat derbasî baregehên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwana hevkariyên leşkerî ya ji dehan wesayîtan pêk dihat, ji ser deriyê El-Welîd ê sînorê Herêma Kurdistanê, derbas bû.
SOHRê da zanîn ku di karwanê de, kelûpelên leşkerî, sotemenî, blokên çîmentoyê û alavên din ên leşkerî hebûn.
Hat diyarkirin ku karwana hevpeymaniyê ya ji 40 barhilgir û wesayîtan pêk dihat, ber bi baregehên Hevpeymaniya Navdewletî yên li gundewarên Hesekê ve çûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin