Tirkiye ji bo çi dixwaze rêveberiyên xwecihî yên Sûriyê bike yek?

27 August 2023 17:02 0 dîtin
Tirkiye ji bo çi dixwaze rêveberiyên xwecihî yên Sûriyê bike yek?

PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyê ev demek e, hewl dide 13 herêmên Sûriyê yên xistine kontrola xwe û komên çekdar, li şûna rêveberiyên cuda yên xwecihî bi yek rêveberiyê ve girê bide.

Di medya Erebî de, li ser sedemên vê biryara Tirkiyeyê nirxandin û şîrove têne kirin ku Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî cih daye raporteke li ser armancên Tirkiye yên li Sûriyeyê.

Li gorî rojnameyê armancên yekxistina wan herêmên kontrola artêşa Tirkiyeyê wiha ne: “Hewldanên yekkirina rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar de ew e ku ev herêm bibe xwedî hebûneke aborî û sûdê ji alîkariyên derve wergire. Bi wê yekê jî Tirkiye ji barê aborî xelas dibe.

Dîsa Tirkiye hêvî dike dê ev gav wan herêman ji Cezayên Qeyser ên Amerîkayê dûr bixe û gelek penaberên sûriyeyî li wan herêman werin bicihkirin.

Herwiha li gorî nûçeyê dê ev gav bi xwe re rola ′îtîlafê′ û destwerdana navneteweyî ya bi rêya wê jî qels bike.