Îlham Ehmed: Tirkiye dixwaze dest deyne ser çavkaniyên Sûriyê
PeyamaKurd – Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) Îlham Ehmed di xwepêşandana mertalên zindî ya ku li Girê Spî li dijî operasyona Tirkiyê hat lidarxistin de, axivî û got, “Tirkiye dixwaze dest deyne ser çavkaniyên sirûştî yên Sûriyê.”
Ehmed bi tundî li dijî amadekariyên operasyona Tirkiyê derket û diyar kir, “Em gefên Tirkiyê qebûl nakin, em ê berxwe bidin.”
Îlham Ehmed herwiha bal kişand ser ku Erdogan ji bo êrîşkirina ser Rojava ji gelek dewletan destûr wergirtiye û da zanîn ku Fransa hewil dide herêma qedexeya firînê were avakirin.
Ehmedê destnîşan kir ku wan bi parastina qadên xwe yên jiyanê re rê li ber parçebûna Sûriyê girtiye û wan ti carî rêya dîyaloga bi aliyan re negirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin