Salih Muslim: Têkosîna me Tirkiye neçar kir ku li ber Samê bigere
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, bal kişand ser daxwaz û daxuyên Tirkiyê yên bo lihevkirin û danûstandina bi rejîma Sûriyê ya Beşar Esed seroktiya wê dike û got ku têkoşîna wan hiştiye Tirkiye niha li ber deriyê Şamê bigere.
Salih Muslim di hevpeyvîneke medya Rojavayê Kurdistanê ya nêzîkî partiya xwe de, li ser lihevkirineke muhtemel a hikûmeta Enqere û Şamê got: "Em bang li Şamê dikin rêzê ji gelan re bigire. Siyasetên wê li hember gelê Sûriyê çewt in. Gelê Sûriyê yê bi nûnertiya HSDê şerê DAIŞê kir û niha jî li hember êrîşên dewleta Tirk disekine."
‘Ne mimkun e bigihin ti lihevkirinan’
Hevserokê PYDê li ser mijara ku Tirkiye bi taybet piştî hevdîtina Soçî ya Pûtîn û Erdogan hewl dide ji nû ve hevdîtinên ligel rejîma Sûriyê bide destpêkirin jî wiha axivî: "Ne mimkun e ku rejîma Sûriyê û dewleta Tirk bigihînin ti lihevkirinan. Heta niha nîv milyon sûrî hatine qetilkirin, sedem kî ye? Sedem dewleta Tirk e. Heta niha bi hezaran çete li herêmên dagirkirî hene û sûriyan qetil dikin.”
‘Lihevkirin tenê li ser şerê Kurdan e…’
Muslim di dewamê de diyar kir, “Lihevkirina yekane ya ku divê her du rejîm pêk bînin, her tiştê min bi bîr xistine, li paş xwe bihêlin û şerê Kurdan bikin. Dewleta Tirk vê yekê dixwaze. Ger Sûriye jî ev erê kir, wê demê tiliya xwe dixe çavên xwe. Yê ku dewleta Tirk gihandiye vê rewşê, neçar kiriye tawîzan bide û li ber hikumeta Şamê bigere têkoşîna me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin