Salih Muslim: Êrîsa terorîstî ya Taksîmê senaryoya bo êrîskirina Rojavayê Kurdistanê ye

16 November 2022 19:18 0 dîtin
Salih Muslim: Êrîsa terorîstî ya Taksîmê senaryoya bo êrîskirina Rojavayê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim, derbarê êrîşa roja Yekşema borî ya kolana Îstiklal a Taksîma Stenbolê de, daxuyanî da û got, êrîşeke terorîstî ye û senaryoya lîstikeke li dijî Kurdan e.

Salih Muslim got: “Êrîşa Taksîmê ji aliyê Daîreya Hêzên Şerê Taybet ê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin. Ev êrîşeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrîşê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan e; lîstika Hêzên Şerê taybet ê dewleta Tirk e. Hêzên li Rojava dikin armanc.”

Muslim diyar kir, “Hêzên Rojava HSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrîşê dan. Ti pêwendiya hêzên me bi vê êrîşê nîne.”

Salih Muslim herwiha diyar kir ku dewleta Tirk ji ber planên xwe yên li Rojava pêk neaniye, serî li komployeke bi vî rengî daye û bi taybet Kobanê kiriye armanc û got: “Senaryo amade kirine, dema derfet hebe dê êrîş bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 13ê Mijdarê li kolana Îstîklal a Taksîma Stenbolê bi danîna bombeyekê teqînek çêbûbû û 6 kes hatibûn kuştin û 81 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî teqînê Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu, PKK û PYD bi wê vê teqînê tometbar kiribû û got û îdia kiribû ku ew jina hatiye desteserkirin û bombe daniye ji aliyê YPGê ve hatiye perwerdekirin û ji Kobaniyê derbasî Tirkiyê bûye.

Di serî de PKK, KCK, YPG û HSDê êrîşa Taksîmê şermezar kiribûn û gotibûn, ti pêwendiyeke wan pê nîne.

Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyê Feysel Miqdad jî li ser bûyera Taksîmê hişyarî da Tirkiyê ku teqîna li Stenbolê wekî hinceta avêtina gavên dijî Sûriyê bikar neyînin.