Erdogan berî hevdîtina ligel Biden: Divê em gotegotan li pas xwe bihêlin!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 13ê Hezîranê ji bo beşdarî Lutkeya Serokan a NATOyê bibe çû paytexta Belçîka Brukselê.
Erdogan dema bi rê ket li balafirgehê bi rojnamevanan re civiya û li ser yekem hevdîtina rûbirû ya ligel Serokê Amerîka Joe Biden ku wê 14ê Hezîranê di dema Lutkeya NATOyê de pêk were, daxuyanî dan.
Erdogan got, "Ev yekem hevdîtina meya rûbirû ya piştî hatina ser kar a Biden e. Di asata yekem de, pêwîste em pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê raxin ser masê. Gelek gotegot çêbûn. Divê em van li paş xwe bihêlin û li ser em dikarin çi bikin biaxivin.”
Erdogan li ser mijara derxistina Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 bi hinceta kirîna S-400ên rûsî jî diyar kir ku aliyê ku li gorî girbestê tevnegeriyaye Amerîka ye.
Serokomarê Tirk li ser vekişîna ji Afganistanê ya Amerîkayê jî got ku ji bo berdewama proseya li Afganistanê welatê herî pêbawer Tirkiye ye ku dikare erka xwewek endama NATOyê bicih bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin