Erdogan bo hevdîtina ligel Biden: Me ji bo pistevaniya YPG/HSDê xemgîniya xwe anî ziman
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê civîna ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden a li Lûtkeya G20an de ragihand, wî ji ber piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî, xemgîniya xwe anî ziman û hêviya xwe jî derbirî ku qonaxa nû cuda be.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê naveroka civînê de axivî û got ku wî ji Biden daxwaz kiriye Amerîka piştevaniya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) qût bike.
Erdogan got: “Me xemgîniya xwe wek endamekî NATOyê gihand Biden. Me got ev gav hevkariya me têk didin. Me di mijara berdewambûna pêwendiyên wezîrê derve yên her du aliyan û di vê çarçoveyê de pêwendiyên wezîrên berevaniyê jî anî ziman.”
Serokomarê Tirkiyê hêvî kir pêvajoya heta îro ya di pêwendiyên ligel Amerîkayê de bi vî awayî berdewam neke.
Erdogan behsa pêkanîna mekanîzmayeke hevbeş a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir û got, “Bi taybetî di warê pêwendiyên aborî de me pêwîstiya hevdîtinên zêde di navbera wezaretên xezîne û wezaretên derve de anî ziman. Hevdîtina me bi Biden re sînordar bû.”
Serokomarê Tirkiyê krîza ji ber S-400an a ligel Amerîkayê jî bibîr xist û got: “Di hevdîtinê de 1 milyar û 400 milyon dolarên ku me ji ber F-35an dabûn hate rojevê û em li ser wê sekînin da ku çawa bikaribin vê pêvajoyê bibin qonaxeke pêş. F-16 zêdetir hatin rojevê. Em li ser modernîzasyona yên di destê me de û kirîna F-16yên nû sekinîn. Wezîrên me yên berevaniyê pêvajoyê dişopînin. Min nêzîkbûna Biden erênî dît.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin