Demirtas ji Erdogan re: Eger tu careke din biçî Diyarbekirê bipirse kî diz e?
PeyamaKurd – Selahattin Demirtaş bi peyamekê bersiva Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da û got: “Ew kes ev qas di nava yekdestiya xwe de wenda bûye ku ew biryar dide ez çi me.”
Siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, li ser gotina “kesê ku niha di Girtîgeha Edîrneyê de ye, gelo têkiliya wî bi Kurdayetiyê re heye? Na”, bersiv da Erdogan.
Li gor Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê destnîşan kir: “Ew kes ev qas di nava yekdestiya xwe de wenda bûye ku ew biryar dide ez çi me. Tu dest ji wê û vê berde, eger tu careke din biçî Diyarbekirê bipirse kî diz e? Tenê birayên min ên ku wê biçin mitîngê bila tiştên giranbuha bi xwe re negirin. Wê çi bibe çi çênebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin