'Diviyabû Erdogan nehista Pûtîn careke din pê bilîsta'

06 March 2020 19:24 0 dîtin
'Diviyabû Erdogan nehista Pûtîn careke din pê bilîsta'

PeyamaKurd - Kovara Washington Examiner a Amerîkî li ser hevdîtina Pûtîn û Erdogan gotarek belav kir ku tê de dibêje, Erdogan ji bo parsê çûye ber lingê Pûtîn û Pûtîn bi rastî bi ser ketiye.

Di gotarê de tê gotin, "Gotinên Pûtîn heqareteke ji tevahî Tirkan re bûn, lê berteka Erdogan lawaz bû, tenê li Pûtîn temaşe dikir û tu jestên hêrsê li hemberî wî nîşan nedan û bi rastî jî Pûtîn bi ser ket."

Di gotarê de tê diyarkirin ku çav li rê bû Erdogan piştî kuştina 36 leşkerên xwe li Idlibê helwesteke tund nîşan bide, lê diyar bû ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê ew red bikira.

Kovar balê dikişîne ser û dibêje, Erdogan baş dizane ku Rûsyayê hişt hêzên rejîma Sûriyê êrîşa ku di encamê de leşkerên Tirk hatine kuştin pêk bîne, herwiha Rûsyayê dizanî ku hêzên Erdogan beriya destpêkirina êrîşê li cihê derbeyê ne.

Di gotarê de hate destnîşankirn ku ligel Erdogan sedemeke rastîn a helwestgirtina tund li hember Pûtîn hebû, lê tişta ku rû daye: "Erdogan xwest pêlava Pûtîn bialêse."

Herwiha kovarê cî daye gotinên Pûtîn ên di civîna ligel Erdogan de ku  bixwe serbazê berê bû di îstîxbarata Sovyetê de:

"Careke din sersaxiya we bo kuştina leşkerên we li Sûriyê dikim, terajediyeke mezin e. Mixabin tu kesî heta artêşa Sûriyê cihê hêzên Tirkiyê nizanî, hin qurbaniyên artêşa Sûriyê jî li wir hebûn."

Kovar di berdewamê de wiha dibêje: “Pûtîn bi gotinên xwe name ji Erdogan re bi rê kir ku kîjan serok dibe dê ligel hesta bingehîn a xwerêzdayînê yan jî rûmeta nîştimanî hebûya û dê li hember Pûtîn li wir bisekiniya. Ji ber ku Erdogan dizanî ku Pûtîn cihê leşkerên wî dizane û dizanî ku hêzên wî bi erêkirina Pûtîn hatin hedefgirtin. Herwiha gotinên Pûtîn heqareteke ji tevahîya Tirkan re bûn, berteka Erdogan lawaz bû, tenê li Pûtîn temaşe dikir û tu jestên hêrsê li hemberî wî nîşan nedan û bi rastî Pûtîn bi ser ket.”

Di gotarê de tê gotin ku Erdogan bihaneyên bi ken û dilovanî pêşkêş kirin li civîna ligel Pûtîn û got: "Ez hatim da ku civînekê li Moskowê, ne li Enqerê, bi sedema ajandeyên Pûtîn derbarê guhartinên tenê destûrê de, li dar bixim."

Kovar di dawiyê de diyar dike ku diviyabû Erdogan nehişta Pûtîn careke din pê bilîsta. Herwiha Washington û hevalbendên dewleta Tirk amade bûn ku helwesta xwe li dijî fişarên Pûtîn geş bikin û pêkan bû ku xebata aborî ya hevkar El-Esed têk bibira û Rûsya neçarî vekişîna ji Idlibê bikira.