Erdogan: Emê nehêlin Stenbolê pêskesî nûnerên PKKê bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Recep Tayyip Erdogan li bajarê Trabzonê di merasîmeke vekirinê de gotarek pêşkeş kir û di daxuyaniyên xwe de tayînkirina qeyûman ber sir bajarê Kurdan de parast.
Erdogan herwiha gef li rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku di hilbijartina dubarekirî de bi 800 hezar ferqa dengan û bi piştgiriya hilbijêrên Kurdên Stenbolê ji AKPê derbarê CHPê bûye jî xwar.
Erdogan sedema destdanîna ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wekî piştgirî û alîkariya PKKê ya wan şaredariyan nîşan da û bêyî ku encamên hilbijartinên herêmî bi bîr bîne got, “Divê em bersiva nûner û peyrewên vê rêxistinê (PKK) yên di parlamentoyê de, di sindoqan (hilbijartin) de bidin.”
Herwiha ji bo Stenbolê jî Erdogan gef xwar û diyar kir, “Emê hemû bi hev re xwedî li Stenbolê derkevin. Emê nehêlin Stenbolê pêşkeşî nûnerên rexistina ku parçebûnê dixwaze bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin