Serokê Ukraynayê: Berevaniya welatê xwe bikin û nehêlin paytext Kîev bikeve

26 February 2022 12:29 0 dîtin
Serokê Ukraynayê: Berevaniya welatê xwe bikin û nehêlin paytext Kîev bikeve

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li hember êrîşên Rûsyayê, bang li welatiyê Ukraynayê kir û got, berevaniyê li welatê xwe ve bikin û nehêlin Kîeva paytexta wan bikeve bin destê Rûsyayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, daxwaz ji wan kir ku berevaniya welatê xwe bikin û nehêlin paytext Kîev bikeve.

Volodymyr Zelensky diyar kir: "Îşev wê zehmettir be ji rojê. Gelek bajarên me di bin êrîşan de ne. Nabe em paytextê ji dest bidin. Ez banga xwe dighînim berevanên me. Li hemû eniyan îşev, dijmin wê hemû hêza xwe bikar bîne, da ku berevaniya me têk bişkîne, divê em hemû fam bikin çi li pêşiya me ye. Divê em li berxwe bidin."