Amerîka: Em amade ne alîkariya Serokê Ukraynayê bikin û wî ji Kîevê rizgar bikin
PeyamaKurd – Rayedarên payebilind ên Amerîkayê diyar kirine ku amade ne alîkariya Serokê Ukraynayê bikin û wî ji Kîevê rizgar bikin.
Li gor Washington Postê daye zanîn, Amerîka nahelê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bikeve destê artêşa Rûsyayê, ku ber bi Kîevê pêş dikevin.
Amerîka herwiha destnîşan kiriye; Washington li ser pêngavên dahatî ligel Volodimir Zelensky axiviye, lê belê Serokê Ukraynayê daxwaz nekiriye biçe welatek û bajarekî din.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin