Alîkariya Amerîka ya bo Ukraynayê kete xeterê!

19 December 2023 21:19 0 dîtin
Alîkariya Amerîka ya bo Ukraynayê kete xeterê!

PeyamaKurd – Tevî ku Rêveberiya Joe Biden dixwaze alîkariyên bo Ukraynayê bo şerê dijî Rûsyayê bidomîne jî, piraniya senatorên Partiya Komarparêz li dijî ne û pakêta alîkariyê hîn nehatiye pejirandin.

 Li aliyê din hin berpirsên Koşka Spî û rayedarên Amerîkî diyar dikin, heke Amerîka alîkariyê neke, wê Ukrayna li hember Rûsyayê di şer de têk biçe.

Pakêta alîkariyê ya rêveberiya Biden, ji ber astengkirina komariyan nayê pejirandin û ev jî alîkariyê bo Ukraynayê dixe xeterê.

Li aliyê din Berpirsê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby ragihand, ew ê beriya sersalê ji bo Ukraynayê pakêteke nû ya alîkariyê ragihînin.

Kirby bang li komariyan jî kir û got: “Dema ev pêk hat, ji bo alîkariya Ukraynayê êdî fonên me namînin. Lê hîn jî pêwîstiya Ukraynayê bi alîkariya me heye. Dem hatiye ku Kongre ji bo azadî û demokrasiyê rabe û li gorî berjewendiyên xwe yên ewlehiya neteweyî tevbigere.”