Amerîkayê pakêtek nû ya alîkariya leskerî ji bo Ukraynayê ragihand
PeyamaKurd – Amerîkayê pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ya 175 mîlyon dolarî ji bo Ukraynayê ragihand ku bi giranî ji berevaniya hewayî û cebilxaneyên topavêj pêk tê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de hat diyarkirin, pakêta nû 52emîn pakêta alîkariyê ya leşkerî ye ku ji tebaxa 2021an vir va ji tebaxa 2021an ve ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve ji Ukraynayê re tê dayîn.
Hat ragihandin, di pakêta desteka leşkerî ya bi nirxa 175 milyon dolarî ya ku ji envantera Wezareta Parastinê hat dabînkirin de îmkanên parastina hewayî yên zêde, cebilxaneyên topavêj, çekên antî tank û amûrên din hene.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Girîng e ku Kongre bi lez tevbigere û daxwaza pêvek a ewlekariya neteweyî ya Serok qebûl bike da ku em piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomînin.”
Di cotmehê de, rêveberiya Biden ji Kongreyê 105 mîlyar dolar drav xwest ku hin ji wan wê ji bo zêdekirina tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê were bikar anîn û piraniya wan dê ji bo piştgiriya leşkerî li Ukrayna û Îsraîl were bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin