Alîkariyê leskerî ya nû ji Amerîkayê ji bo Ukraynayê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir, ji bo Ukraynayê pakêteke nû ya alîkariya leşkerî ya bi qasî 125 milyon dolar hatiye veqetandin.
Blinken got, "Amerîka ji bo piştgiriya gelê Ukraynayê ji bo parastina welat û azadiya xwe li hember êrişên Rûsyayê, pakêtek nû ya çek û alavan belav dike."
Herwiha hat diyarkirin, wê ji cebilxaneya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê çek û alavên nû ji Ukraynayê re bên şandin.
Blinken diyar kir, Amerîka û koalîsyona ku pêşengiya wê dike heta ku Rûsya biryara vekişandina hêzên xwe ji Ukraynayê bide wê piştgiriya xwe ya ji bo vî welatî bidomînin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken herwiha got, "Em ê bi Kongreyê re kar bikin da ku berjewendîyên xwe yên ewlekariya netewî bi pêş bixin, bi alîkariya Ukraynayê ku xwe biparêze û paşeroja xwe di demokrasiyek bi îstîqrar û geş de ewle bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin