Amerîkayê pakêteke nû ya alîkariyên leskerî bo Ukraynayê eskere kir

08 May 2022 11:03 0 dîtin
Amerîkayê pakêteke nû ya alîkariyên leskerî bo Ukraynayê eskere kir

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku Amerîka bi nirxê 150 milyon dolaran alîkariyeke nû ya leşkerî ji Ukraynayê re dişîne ku tê de radarên topxaneyan û sîstemên elektronî yên leşkerî cî digirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, eşkere kir ku wê artêşa Amerîkayê ji nav alavên xwe yên leşkerî bi nirxê 150 milyon dolaran alîkariya çekan bide Ukraynayê ku artêşa Amerîka bi wê hatiye erkdarkirin.

Blinken di daxuyaniya nivîskî de diyar kir, "Ji destpêka şerê neheq û xedar ê Kremlînê daye destpêkirin ve, zêdetirî du meh derbas bûne û nabe li hember serkeftinên gelê Ukraynayê xemsar bibin. Lewra wan nîşan da ku ew xwedî îrade û kêrhatina têkoşînê ne.”