Amerîkayê li Almanyayê komeleyeke nû ji bo alîkariya Ukraynayê ava kiriye

05 November 2022 14:33 0 dîtin
Amerîkayê li Almanyayê komeleyeke nû ji bo alîkariya Ukraynayê ava kiriye

PeyamaKurd – Cîgira Serokê Ofîsa Rojnamevanî ya Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh diyar kir, Amerîkayê li Almanyayê komeleyeke nû ji bo alîkariya Ukraynayê ava kiriye.

Li gor Sabrina Singh da zanîn, ew komeleya ku hatiye avakirin, çavdêriya rewşa Ukraynayê û wê gihandina alîkariya serbazî ji bo wî welatî bike.

Di berdewamiyê de Singh destnîşan kir, komele ji aliyê Pentagonê ve biryara pêkanîna wê hatiye dayîn û di bin navê SAGU de kar dike.

Herwiha ragihand, ofîsa sereke ya komelgehê li bajarê Wiesbaden yê Almanyayê ye û Fermandariya Hêzên Amerîkayê ya li Ewrûpayê serperiştiya wê dike û tê de çavdêriya rewşa serbazî û şiyana rûbirûbûna artêşa Rûsyayê tê kirin.