Wî welatî, daxwaza leskeran ji NATOyê kir
PeyamaKurd- Serokê Meclisa Nûneran a Bosna Hersekê Denis Zvizdic, ji NATOyê xwest ku leşkerên xwe li herêma Brcko ya li bakurê rojhilatê welêt bi cih bike.
Di daxuyaniya ku di ser hesabê medyaya civakî re hat dayîn de hat diyarkirin ku dê di 11 û12ê Tîrmehê ya li Vilniusê de civîna NATOyê bê lidarxistin û hat destnîşankirin ku dê di lûtkeyê de qala Rojavayê Balkanan jî were kirin.
Zvizdic bi vê daxuyaniyê ji NATOyê xwest ku li ser esasê Peymana Aştiyê ya Daytonê ku şerê Bosna û Herzegovînayê di salên 1992 û 1995an de bi dawî kir, leşkeran li herêma Brckoyê bi cih bike û got,
"Bi vê gavê projeya cudabûnê ya Komara Srpska (RS) yek ji du pêkhateyên Bosna û Herzegovina, dê were astengkirin û paşê dê were seqetkirin."
Denis Zvizdic, biryarên dawî yên di Meclîsa Neteweyî ya RS (NSRS) de hatin dayîn, wekî "tevgera cudabûnê" nirxand û got,
"Bi pêngava NATOyê re dê yek ji xetereyên herî mezin ên li Bosna Hersekê bi awayekî serkeftî ji holê rabe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin