Wî welatî, daxwaza Amerîkayê red kir

13 August 2023 18:00 0 dîtin
Wî welatî, daxwaza Amerîkayê red kir

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê, rayedarên Misrê daxwaza rayedarên Amerîkayê ya şandina çekan a ji bo Ukraynayê red kir.

Li gorî nûçeyê, Amerîkayê gelek caran ji Misrê xwestiye ku çekan ji Ukraynayê re bişîne û yek ji van daxwazan rasterast ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ve ji Serokomarê Misrê Abdulfettah es Sîsî kiriye.

Hat diyarkirin ku Misrê ev daxwaz hemû red kirine û di nav cebilxaneyên ku ji Ukraynayê re hatin xwestin de moşekên dijî tanq, pergalên parastina asîmanî û çekên sivik jî hene.

Li gorî hat ragihandin, Misr ji ber ku naxwaze têkiliyên xwe yên bi Rusyayê re xirab bike, erênî nêzî vê daxwazê ​​nebûye.

Her wiha beriya niha jî îdia hebûn ku Misr di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de alîkariya xwe ji bo Rusyayê bike.