Ji wî welatî, daxwaza veqetîna ji Amerîkayê hat kirin

08 March 2023 17:30 0 dîtin
Ji wî welatî, daxwaza veqetîna ji Amerîkayê hat kirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Parlamenterê Komarî yê Teksasê Bryan Slaton ve pêşnûmeqanûnek hat pêşkêşkirin ku ji bo lêkolîna hegera serxwebûna eyaletê ya ji Amerîkayê, referandûmek çêbike. Heger pêşnûme were qebûlkirin,  dê dengdayînek bê kirin bê ka dê vebijêrka veqetîna ji Amerîkayê bê lêkolînkirin yan na.

Pêşnûmeya Slaton li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hat parvekirin, bi fermî bi navê 'Qanûna Referandûma Serxwebûna Teksasê' an bi kurtasî 'Texit' tê binavkirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, heger ev pêşnûme were qebûlkirin, dê referandumek li ser “Gelo Texas divê statûya xwe wekî neteweyek serbixwe ji nû ve bisepîne?" di 7ê Mijdara 2023yan de were kirin.

Slaton da zanîn ku li gorî destûra Texasê, hemû hêza siyasî di destê gel de ye û daxuyaniya xwe wiha berdewam kir:

"Piştî bi dehan salan, ji ber berdewamiya binpêkirina maf û azadiyên me ya ji aliyê hikûmeta federal ve dem hatiye ku em bihêlin ku gelê Teksasê dengên xwe bibihîzin.”