Îdia: Amerîkayê ji bo êrîskirina Îranê, planek pêskêsî wî welatî kir!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Axios News a Amerîkayê, hat îdiakirin ku rayedarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê, herî dawî pêşniyaza "plankirina hevpar a leşkerî ya li dijî Îranê" dane Îsraîlê.
Di nûçeya ku tê îdiakirin ku xwe dispêre çavkaniyên Îsraîlî, ev pêşniyaz ji aliyê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ve hatiye kirin.
Hat amajekirin ku Îsraîl ji aliyekî din ve nêzîkatiyeke "ne girîng" nîşanî pêşniyazê da û ji tirsa ku heger Amerîka li dijî êrîşeke muhtemel a li ser Îranê nerazî be, ew ê destên wan di kiryarên leşkerî yên yekalî yên Îsraîlê de girêbide.
Her wiha karbidestekî Amerîkî ku navê wî nehat zanîn, tekez kir ku pêşnîyaza pêkanîna "plana leşkerî ya hevbeş a li dijî Îranê "ne planeke êrîşa hevbeş a li dijî bernameya navokî ya Îranê ye lê çavkaniyekî din ê Amerîkî jî tekez kir ku ew plan ji bo "girêdana destên Îsraîlê" nîn e.
Li aliyê din, rayedarekî Îsraîlî yê ku navê wî nehat zanîn, amaje bi wê yekê jî kir ku wan ev pêşniyaz red nekiriye, lê ew li benda ravekirinê ne ku ev di pratîkê de tê çi wateyê û ka dê bibe operasyonên hevbeş yan na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin