Amerîkayê îdiaya Îranê derewand

22 October 2022 13:35 0 dîtin
Amerîkayê îdiaya Îranê derewand

PeyamaKurd – Amerîkayê îdiaya Îranê ya li Derya Sor dest danîne ser du qayiqên Amerîkî derewand.

Fermandariya Hêzên Amerîkî yên li Derya Sor daxuyaniyek di derbarê îdiaya hêzên çekdar ên Îranê de ku digotin rojên derbasbûyî li Derya Sor dest danîne ser du qayiqên Amerîkî yên bi ajovan, belav kir.

Fermandariya Hêzên Deryayî yên Amerîkî di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Îran û hêzên çekdar ên Îranî derewan dikin, tiştekî wisa tuneye û tu qayiqeke Amerîkî nehatiye destbiserkirin.”

Herwiha hat destnîşankirin, hêzên Amerîkî li deverê de di çarçoveya qanûnên navnetewî de perwerdehiyên xwe cihbicih dikin û tu westanek jî çênebûye û nabe.