Ji Amerîkayê îdiaya Rûsya û Îranê!

25 February 2023 16:35 0 dîtin
Ji Amerîkayê îdiaya Rûsya û Îranê!

PeyamaKurd – Kordînatorê Peywendiyên Stratejîk ên Civata Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby got, Moskow dikare balafirên şer û kelûpelên din ên leşkerî bide Tehranê di berdêla piştgiriya Îranê ji şerê Rûsyayê li Ukraynayê.

Kirby ji rojnamevanan re diyar kir: “Agahiyên Amerîkayê hene ku Îranê di meha Mijdarê de top û tank şandine Rûsyayê û li hember wê jî Rûsya bi moşek, sîstemên elektronîk û balafirên şer re hevkariyeke bêmînak a berevaniyê bi Îranê re kiriye.” Wî herwiha got, Îran hewl dide helîkopterên êrîşkar, radar û balafirên şer bikire.

Kirby amaje bi wê yekê kir, Îran ji ber cezayên rojava yên bi armanca rawestandina bernameya wê ya navokî ya bi nakok hatiye îzolekirin, hewl dide artêşa xwe bi alîkariya Moskowê li hember çekên ku wê di şerê li dijî Ukraynayê de bide Rûsyayê bihêz bike. Kirby got: "Em ditirsiyan ku ev alîkarîya serbazî dualî be, lê bêguman ew diqewime."